Partiya Çepên Kesk ji bo dengdanê bang kir
Koordînasyona Agahdarkirinê ya Amedê ya Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê banga dengdanê kir.
Koordînasyona Agahdarkirinê ya Amedê ya Partiya Çepên Kesk ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê banga dengdanê kir.
Koordînasyona Agahdarkirinê ya Partiya Çepên Kesk a Amedê têkildarî tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê li buroya xwe ya hilbijartinê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyaniyek da.
Li eywana ku daxuyanî lê hate dayîn alên Partiya Çepên Kesk û pankartên bi kurdî û tirkî ya bi nivîsa "Deng bidin, sindoqan biparêzin, yek zilamî bişînin" hatin daliqandin. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Ceylan Akça, Serhat Eren, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Amedê, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan ê ewilî axivî, destnîşan kir ku ew bi pêvajoyeke antîdemokratîk çûne hilbijartinê û desthilatê hemû derfetên dewletê ji bo hilbijartinê bi kar anî ye. Ceylan, diyar kir ku di 14’ê Gulanê de desthilat û hevkarên wê gelek nelirêtî kirine û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Eşkere ye ku çawa bi sindoq û dengan lîstine û dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê nivîsandine. Li hêlekî jî diyare ku pêşiya hilbijartinê çawa operasyonên qirkirinê yên siyasî kirin. Ji bo ku bêûsuliyên dikin dernekevin holê gelek kedkarên çapemeniyê hatin binçavkirin. Her wiha dîsa gelek parêzerên ku wê li ser sindoqan bixebitin hatin binçavkirin û girtin. Desthilata faşîst a AKP'ê di zextên xwe yên beriya hilbijartinê de tu sînor nas nekir.”
Ceylan, da zanîn ku encamên hilbijartinê yên tûra yekemîn ne li gor xwestekên wan in, lê gelê kurd bi Erdogan da windakirin. Ceylan, spasiya xwe pêşkeşî welatiyên ku xwedî li sindoqan derket kir û bi domdarî wiha got: “Siyaseta kurdan, di tûra yekemîn de nehişt desthilata AKP’ê serbikeve. Em ji niha û pê ve jî destûrê nadin polîtîkayên zext û bêûsuliyên AKP’ê yên tûra yekemîn. Em ê di van 6 rojên dawî de bi milyonan mirovan qaneh bikin ku biçin ser sindoqan. Careke din banga me ji gelê me re ew e ku bila biçin ser sindoqan û vîna xwe nîşan bidin, AKP-MHP’ê bişînin û xwedî li sindoq û dengên xwe derbikevin.”
Piştre Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Ceylan Akça axivî û destnîşan kir ku wan careke din rengîniya Partiya Çepên Kesk a bi nasnameyên cuda û bi piraniya jinan nîşan da û wiha got: "Em li vir in, bi biryar in û em ê her tim jî li vir bin. Çi tiştê ku AKP û MHP bide gelê me nemaye. Heta doh li Stenbolê êriş li ciwanên Kurd kirin ên govend gerandin. Bi lêdanê destgîr kirin. Ji bo bibin bersiva Soylû û yawerên wî bila her kes biçe ser sindoqan."